Heyva Sor a Kurd da zanîn ku kesî mirî ji Hesekê û diyar kir ku, ji ber derengiya dayîna agahiyan ji Rêveberiya Xweser û rêxistinan re xeteriyeke mezin a belavbûna Vîrûsa Corona li holê ye.
Heyva Sor li ser malpera xwe destnîşan kir ku, piştî derbasbûna 15 rojan di ser tomarkirina rewşê re, dilgiranî û metireiyeke mezin çêdike..
Rêxistinê bi taybet qala kedkarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyê dixebitin kir û teqez kir ku, ev dihêle ku gumanên mezin çêbibin.
Li gorî Heyva Sor jî, kesê mirî temenî wî 53 sal in û pileya germahiya wî bilind bû, dikuxiya, bi zorê bêhin dikşand, serê wî diêşiya, pişika wî Iltîhab girtibû û lasê wî diêşiya..