Hikûmeta Şamê ragihand ku li Sûriyê 5 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin û hejmara giştî bû 38 kes.
Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Şamê ragihand ku 5 kesên din bi Coronayê ketin.
Bi vê yekê hejmara kesên ku li Sûriyê bi vîrusê ketine derket 38an.
Heya niha li herêmên li jêr kontrola hikumeta Şamê, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 jî rehet bûne.