Li Egeyê 269 girtiyên nexweş bi metirsiya vîrûsa Corona re rû bi rû ne

Li Tirkiye piştî kêlî bi kêlî vîrûsa Corona belav dibe pê re jî, fikarên malbatan der barê girtiyên nexweş de zêde dibin.

Li gorî daneyen ÎHD’ê ya Îzmirê li girtîgehên Herêma Egeyê 270 girtiyên nexweş hene ku bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne.

Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê heta 458 girtîyên bi nexweşiyên giran bi gişti Hezar û 334 girtiyên nexweş ên siyasî hene.

Li gorî daneyên Şaxa ÎHD’ê ya Îzmirê li girtîgehên Herêma Egeyê 270 girtiyên nexweş hene.

“Divê girtîgeh bibin navendên tenduristiyê li dijî vîrûsa Corona”

Hevserokê Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî ya Med Mehmet Temîzyuz jî bal kişand ser tedbîrên li girtîgehan divê bên girtin.

Temîzyuz xwest, girtîgeh bên valakirin û bibin navendên xizmeta tenduristiyê yên li dijî Coronayê.

Back to top button