Çeteyan jinek li navçeya Mabatayê revandin

Li Efrînê carek din çeteyên dewleta tirk jinek revandin.

Malpera Afrînê Post raghand ku, çeteyan 24’ê vê mehê jina bi navê Kîbar Mihemed Kuleş, revandin.

Çeteyan Kîbara 35 salî ji mala wê ya li navçeya Mabatayê ya Efrînê revandin.

Li gorî Afrînê Post, çeteyan Kîbar birina cihekî nediyar û heta niha çarenûsa wê nediyare.

Çete derheqê jinan de gelek sûcên dermirovî pêk tînin, meha derbasbûyî, destdirêjî li jinek dûcanî ji gundê Meydan Ikbes, kirin.

Şerê çeteyan ê xwe bi xwe li Girê Spî, 3 çete birîndar bûn

Li aliyekî din jî, ji ber destdirêjiya li jinên gundê Hemam El-Tirkman, şer di navebera çeteyan dewleta Tirk de derket û 3’ê çete birîndar bûn.

Back to top button