Besê Hozat: Têkoşîna Gerîla li hemberî êrişan dewam dike

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat anî ziman ku têkoşîna gerîla li hemberî êrişan dewam dike û divê desthilatdariya AKP-MHP’ê bê hilweşandin. Besê Hozat behsa tecrîda li Îmraliyê jî kir û diyar kir ku li dijî Rêber Apo, li dijî Kurdan Îmrali bûye navenda şerê qirkirinê û CPT faşîzma AKP-MHP’ê rewa dike. 

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat tevlî bernameyeke taybet a Medya Haber bû, şerên li herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîda li dijî rêber APO nirxand.

Besê Hozat di bernameyê de anî ziman ku Dewleta Tirk li gel biryara bêçalakiyê jî êrîşî her derê dike û got:

Li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrîş dike.

Li hemberî vê yekê hêzên gerîla li ser bingeha xweparastinê bi xurtî li ber xwe didin.

Ev polîtîkaya qirkirinê ya ku 100 sal in dewam dike, rejîma faşîst a AKP-MHP’ê 8 salên dawî bi bikaranîna hemû derfetên dewletê dixwaze bi ser bixîne.

Em ê li hemberî van êrişan teqez bi ser bikevin, Serketin wê ya têkoşînê be.

Besê Hozat: CPT faşîzma AKP-MHP’ê rewa dike

Di dewama axavtina xwe de Besê Hozat behsa tecrîda li Îmraliyê kir û wiha anî ziman:

Li Tirkiyê lîstikeke hiqûqê, lîstikeke dadgeriyê tê lîstin.

Dadgerî û hiqûq jî li ber destê AKP-MHP’ê amûreke polîtîk in.

Niha li Îmraliyê sîstemeke êşkence û tecrîdê heye.

CPT faşîzma AKP-MHP’ê rewa dike.

Besê Hozat: Li dijî Rêber Apo û Kurdan îmralî bûye navenda şerê qirkirinê

Besê da zanîn ku li dijî Rêber Apo, li dijî Kurdan Îmrali bûye navenda şerê qirkirinê.

Bi salan e parêzer nikarin Rêbertî bibînin. Hevdîtina bi malbatê re, bi derdorê re pêk nayê.

Hiqûqa neteweyî, hiqûqa navneteweyî, peymanên navneteweyî hatine binpêkirin. Ti ji wan nayên xebitandin.

Têkildarî Îmraliyê CPT daxuyaniyekê nade, nikare bide. Bi roleke welê radibe ku faşîzma AKP-MHP’ê rewa dike.

Rejîma şerê taybet bi rejîma tecrîd û êşkenceyê, Îmraliyê bi qanûnên taybet bi rê ve dibe.

Besê Hozat: Konferansa li hambûrgê xwedîderketinê nîşan dide

Di dawiyê de Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat got:

Heta niha gelek karên girîng û hêja hatin kirin.

Konferansa li Hambûrgê xwedîderketinê nîşan dide.

Serketineke gelekî girîng e ku paradîgma, fikrên Rêbertî belav dibin, xwedîderketin lê çêdibe, ji gelek aliyan ve vediguhere têkoşînê.

Azadiya fîzîkî ya Rêbertî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd xiste rojeva cîhanê.

Divê em vê yekê hîn bi xurtî dewam bikin.

Back to top button