6 sal di ser êrişa çiyayê Qerçoxê re derbas dibin.
Ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk dagirker ve pêk hat û 38 şervan şehîd û birîndar bûn.
Bi vê komkujiyê re rûyê hêzên navnetewî li hemberî Kurdan eşkere bû.
Wê demê çeteyên DAIŞ’ê li Reqa û Tebqa li ser destê şervanên azadiyê têk diçûn.
Ji wê rojê yekem car êrişên ezmanî artêşa dagirker li ser herêmê destpêkir û heta îro ranewestiyaye.
25ê nîsana 2017an, cara yekem a destwerdana yekser a Artêşa Tirk a dagirker ji axa Rojava re..
Barbanga wê rojê, 26 balafirên şer ên dagirkeriya Tirk, Biriyargeha Fermandariya Giştî ya YPG û YPJ’ê,
Navenda Ragihandina YPG’ê û avahiya radyoya Rojava yên li Çiyayê Qereçox ku di sêkoşeya Sûriye,
Tirkiye û Iraqê de ye bomebaran kirin.
20 şervan û fermandarên YPG û YPJ’ê şehîd dibin, ji wan 3 rojnamevan in, 18 şervan jî birîndar dibin.
Li tenişta vê yekê, balafirên şer derdora 90 Km sînorê Iraqê derbas kirin û çiyayê Şengalê da ber bombeyên xwe..
Hingî, 6 welatî şehîd û 10 jî birîndar dibin.
Hemwextî wê, şervanên Hêzên Sûriyaya Demokratîk DAIŞ di paytexta wê Reqa û bajarê Tebqayê de dorpêç dikirin.
Hêdî hêdî ber bi hilweşandina xewna bi navê “xîlafetê” diçûn.
Her çendî qada esmanî di destê Amerîka û Rûsyayê de ye jî, lê bi dehên kîlometreyan ew qad tê derbaskirin.
Bi vê gavê re, krîza Sûriyê derbasî pêvajoyeke nû dibe û rê ji dewleta Tirk re xweş dibe ku kîna bi salan li dijî Rojava vala bike.
Ji wê rojê û şûnde, êrişên bejahî û esmanî yên dewleta Tirk nema rawestiyan û di salên 2018 û 2019 Efrîn,
Serê Kaniyê û Girê Spî, di serdema Rêveberiya Donald Trump de hatin dagirkirin.
Heta îro jî balafirên dewleta Tirk ji esmanê tevahiya vê herêmê danakevin û pêvajoya Qereçoxê dewam dike.