Li navçeya Gosun a Mereşê bi pileya 5,3 erdhej çêbû

Em ketin hefteya duyemîn a erdhejê
Li jabarê Mereşê doh bi pileya 5,3 careke din erdhej çêbû.
Lê li gor agahiyan xisarê canî nîne,
ji aliyeke din hin bajarên Bakûrê Kurdistan lêgerîna qurbaniyên erdehê didome, hin bajaran jî lêgrîn sekînine, desthilat ketiye xirbeyan radike.
Her ku dem derbas dibe bîlançoya erdheke Bakur girantir dibe.
Li gorî daneyên dawî li Bakur û Tirkiyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt gihişt 42 kezar kesî

Em di roja 14’emîn a erdhekê de ne

Doh êvarê di saet 10,32’an de li navçeya Goksun a Girgûmê/Mereşê bi pileya 5,3 erdhej çêbûye.

Erdhej li gelek bajar û navçeyan hat hîskirin.

Di encama destwerdana dereng û xemsariya dewleta tirk her ku dem derbas dibe bîlançoya erdeheja ku navenda wê navçeya Bazarcixa Girgûm/Mereşê bû girandibe.

Li gorî daneyên dawî, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt Nezî 42 hezarî bû.

Hejmara birîndaran jî zêdeyî 150 hezarî ye.

Dewleta Tirk a dagirker bîlançoya erdhejê vedişêr e

Alîkarê Serokkomarê Tirdkî Fuat Oktay îda kir ku di vê erdhejê de 830 hezar û 806 avahî hilweşiyane.

Lê rastî vê zêdetir e,

Ji 10 bajaran bajarên weke Semsûr, Girgûm, Dîlok, Lîwa Îskendarên ji holê rabûne.

Gorî bîlançoyên fermî 17 milyon kesan ji erdhejê mexdûr bûne.

Bi deh hezaran kes di sermaya zivistanê de li derve bê nan û av û cih man e.

Dewleta Tirk a qirker, heta niha jî ji bo piştgiriya gel tu alikariyên cidî neşandine.

Berovajî, alikariyên partî, sazî û rêxistinan bi taybetî jî ên kurdistanî desteser dike û wekî ku ew pêşkeş dike nîşan dide..

Di roja 13. de hê jî mirov ji bin kavilan tên rizgarkirin

Di roja 13. a erdhejê de, hê jî mirov ji bin xirbeyan tên rizgarkirin.

Lê dewleta Tirk a ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê daye sekinandin, bi kepçeyan ketiye ser kavilan.

Li Hatayê piştî 296 saetan yek jê zarok 3 kes hatin rizgarkirin

Li navçeya Antakyayê ya Hatayê piştî 296 saetan yek jê zarok 3 kes ji binê xirbeyan bi saxî hatin derxistin.

Li amedê jî lêgerîna 7 avahiyên hilweşîbûn qediya, di bin van kavilan de cinazê 409 kesan hate derxistin, 902 kes jî birîndar hatin rizgarkirin.

Back to top button