Li Amûdê û Şedadê cenazeyên 4 şehîdan hatin oxirin

Li Amûdê û Şedadê cenazeyên 4 şehîdan, bi merasîmên girseyî hatin oxirin. Şervanê QSD’ê Xebat Marînos jî, li Mexmûrê hat bîrnanîn.

Di merasîma oxirkirina Şehîd Hogir Amûdê ya ku li goristana Şehîd Îsmayîl pêk hat, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Seîd Ferso, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:

“Em ê li ser şopa şehîdên xwe têbikoşin û êrişan têk bibin.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Hogir Amûdê hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Piştî merasîmê, cenazeyê şehîd, di nava diruşme û tilîliyan de, hate veşartin.

Li Şedadê jî cenazeyên Şehîd, Seîd Reşad El-Îbrahîm ê di Pêngava Gurzê Gelan de û Enes Mihemed El-Xidir û Hemûd Casim El-Mihemed, ên li bajarokê El-Şehîl ê rojhilatê Dêrazorê di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Şedadê hatin veşartin..

Şehîd Xebat Marînos li Mexmûrê hat bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûr’ê jî şervanê QSD’ê Xebat Orhan, bi merasîmekê hate bi bîranîn.

Di merasîmê de bavê şehîd Xebat, Ehmed Orhan axivî û got: “Em bi şehadeta kurê xwe serbilind in, emê heya dawî riya şehîdên xwe bişopînin.”

Back to top button