Li Endonezyayê, encama maçeke futbolê rê li ber komkujiyê vekir.
Têkçûna tîmekê bû sedem ku alîgir bihevketin û ji ber qelebalixa zêde mirov pêlihev kirin.
Di encamê de 179 kes mirin.
Li bajarê Malang ên girêdayî eyaleta Javayê, 2 tîmên futbolê hatin pêşberî hev.
Di encamê de tîma Persebaya Surabaya 3-2 tîma Arema Malang têk bir.
Vê yekê hişt ku derdora 3 hezara alîgirên herdû aliyan bikevin nava stadyumê û bihev bikevin.
Dema polîsan hewl dan destwerdanê li pevçûnan bikin, qelebalix zêde bûn û alîgiran pê lihev kirin.
Ji ber bikaranîna bombeyên gazê ji aliyê polîsan ve, alozî zêdetir bû.
Û vê rê li ber komkujiyê vekir.
Piraniya wan ji ber pirsgirêka nefes û di bin lingan de man, 179 kes mirin.
Her wiha bêtirî 180 mirov jî birîndar bûn