Li Rojhilat û Îranê doh greva giştî destpêkir

Serhildanên gel ên bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 16’an de didome.
Duh êvarê û Îro jî li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî ya gel hebû.
Dikandar, esnaf, karsazan sazî û dikanên xwe venekirin.
Xwendekarên zanîngehan jî zanîngeh boykot kirin û li qadan bûn.

PJAK, KJAR KODAR’ê û partiyên din ê Rojhilatê Kurdistanê doh bi daxuyaniyek hevbeş bang li hemû xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin da ku ji bo şermezarkirina dewleta Îranê, tevlî greva giştî bibin.

Li ser banga partiyên Rojhilatê Kurdistanê di serî de Rojhilataê Kurdistanê li gelek heremên dikan nehatin vekirin û gel tevlî çalakiya grevê bû.

Duh êvarê jî li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gel li qadan bûn..

Şeva borî xwepêşandêr dîsa qada azadî ya tehranê bûn.

Li bajarê Merîwanê jî gel li qadan bûn

Çalakvanan peykerê ceşek ku navenda bajarê Sine hatibû çikandin şewitandin.

Li zanîngeha bajarê Kirmanşanê, Sanandaj, Meşhed bi dûrûşma “Jin, jiyan, azadî” daketin qadan û banga azadiya xwandekaran kirin.

Hêzên Îranê êrişê çalakiya xwendekarên zanîngeha Îsfîhan kir.

Hate ragihandinê ku rejîma Îranê di xwepêşandanên duh ên li bajarê Zahîdanê ku navenda Belûcistanê ye komkujî pêk aniye.

Rêxistina Mafê Mirovan a Kampanya Çalakvanên Belûç ragihand di êrişê du rojên dawî ya li bajarê Zahîdanê de 42 kes hatine kuştin û 192 kes jî birîndar bûne

Bi giştî heta zêdeyî 100 kes hatine kuştin

Back to top button