Hemdan El-Ebid: Ev hewlên lihevkirina Tirkiyê û Şamê nakevin xizmeta Sûriyan de

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Hemdan El Ebid dibêje wê lihevkirinên navbera hikûmeta Şamê û dewleta Tirk de nekeve xizmeta gelê Sûrî de. Hemdan El Ebid ji bo çareserkirina aloziya li Sûrî careke din banga diyaloga Sûrî-Sûrî kir.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Hemdan El Ebid, derbarê hewlên Tirkiyê yên lihevkirina bi hikûmeta Şamê re ji ANHA’yê re axivî.

Hemdan El Ebid da zanîn ku hayê wan ji peywendiyên navber Enqere û Şam de heye û ev tişt anî ziman: ”Tirkiyê li Sûrî gelek sûc kirine. herêmên wê dagir kirine û xelkê wê koçber kirine.

Lê tevî van hemû sûcan jî Beşar El Esed gelek caran gotiye hevdîtinên ewlehiyê di navbera wan û dewleta Tirk de hene.”

Hemdan El Ebid piştrast kir ku lihevkirinek bi vî rengî wê nekeve xizmeta gelê Sûrî de û got: “Em li Bakur û Rojhilatê Sûrî û bi giştî Sûriyê vê lihevhatin û nêzîkbûnê qet qebûl nakin û red dikin.

Ev ajande li ser gelê Sûriyê xeter e. Heke lihevhatineke bi hikumeta Şamê re bi navbeynkariya Rûsyayê hebe, ev dide diyarkirin ku ev ajandeyên dervene, ne yê nîştîmanî ye..”

El Ebid diyar kir ku ew dixwazin li sûrî diyaloga sûrî pêkbînin, da ku destûrek li ser xaka Sûrî ji bo mîsogerkirina mafê hemû misoger bike.

Dawiyê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Hemdan bang li hikûmeta şamê kir ku nebe kaxezek di destê Tirkiyê, ji bo diyalogên Sûrî-Sûrî gav bavêjin..

Back to top button