Ciwanê bi navê Rodî Silêman Ehmed ê ji navçeya Tirbespiyê ji aliyê leşkerên Tirkiya dagirker ve hate qetilkirin.
Malbata Rodî agahî da ajansa ANHA’ê û diyar kir ku lawê wan Rodî duh (16’ê Tîrmehê) li nêzî Zaxoyê ya Başûrê Kurdistanê dema ku hewl daye biçe Bakurê Kurdistanê û piştre derbasî Ewropayê bibe, ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve hatiye qetilkirin.
Rodî Silêman Ehmed 25 salî ye û ji gundê Sîha Mezin ê navçeya Tirbespiyê ye.