Malbata Dag û Er serdana ofîsa Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê ya li Hewlêrê kirin.
Di serdanê de malbata Er û Dag ji Hizba Zehmetkêşan xwstin ku zextê PDK’ê bikin da ku daxwazê zarên wan pêk bîne.
Duh ji bo wergirtina agahiyek di derbarê rewşa zarokên xwe de malbata Abdurahman Er û Mazlum Dag ku di girtîgeh PDK’ê de dîlgirtîne serdana ofîsa Hizba Zehmetkêşana Kurdistan ya li Hewlêrê kirin.
Malbatan di serdanê de ji Hizba Şehmetkêşan xwestin ku ji bo daxwaza Er û Dag were qebûlkirin, zextê li PDK”ê bikin.
Dayika Mazlum Dag û Dayîka Abdurahman Er axivîn û wiha gotin :
“Em dixwazin mafê zarokên me werin dayîn, ji ber ku rewşa tenduristiya wan gelek nebaşe û zêdetirî du mehin di greva birçîbûnê dene.
Jiyana wan di metirsiyê deye, ji ber ku xistine nav çeteyên DAIŞ’ê û mafê wan hatiye binpêkirin.”
Endamê mekteb siyasî ya Hizba Şehmetkêşan Nîştiman Kemal jî diyarkir ku divê aliyên peywendîdar bi erkê xwe rabin, ji ber ku daxwazên Er û Dag rewane, ew piştgiriyê didin malbata Er û Dag.
Hizba Bizûtneweya Demokratîk: Emê bi erka xwe rabin
Malbata Dag û Er bi heman daxwazê serdana Hizba Bizûtneweya Demokratîk ya Gelê Kurdistanê jî kir.
Hizba Bizûtneweyê jî diyar kir ku ew li dijî kiryarên PDK’ê bi erka xwe rabin.
Malbatên Dag û Er bi Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn
Malbatên Dag û Er bi şandeya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê re civiya.
Endamê Mehteba Siyasî û Berpirsê Têkiliyan yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Mihemed Hawdiyanî piştgirî da daxwazên malbatên Dag û Er.