Malbata Dag û Er li Hewlêrê ne

Mazlûm Dag û Ebdurahman Er li Girtîgeha Hewlêrê, li hemberî zexta PDK’ê 2 meh in di greva birçîbûnê de ne.
Rewşa wan ya tenduristiyê nebaşe.
Li ser vê yekê Malbatên herdû ciwanan ji bo bikarin di derbarê rewşa zarokên xwe de agahiyan wergirin ji Bakurê Kurdistanê serdana Hewlêrê kirin.

Mazlûm Dag û Ebdurehman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, li hemberî zexta PDK’ê 2 mehin di greva birçîbûnê de ne.

Ji bo wergirtina agahiyek der barê rewşa zarokên xwe, malbata herdu ciwanan ji Bakurê Kurdistanê berê xwe dan Hewlêrê.

Malbatan despêkê li wir bi rêveberên Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan re civiyan.

Di serdanê de malbatan daxwaz kirin ku komîsyonek were avakirin û li girtîgehê serdana Dag û Er bikin.

Malbata Dag û Er: Divê di girtîgehê de mafê zarokên me neyê binpêkirin

Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirabtir dibe.

Malbatê diyar kir ku ew dixwazin derbarê rewşa tendirustiya zarokên xwe de agahiyek zelal wergirin.

Dayîk û bavê Ebdurehman Er bibîrxistin ku ev zêdetirî du mehin wan li gel kurê xwe ti hevdîtinek pêkneanîne.

Tê gotin, rewşa Ebdurehman Er di girtîgehê de gelek xirabe û ti daxwazên wan di girtîgehê de nayên bicihanîn.

Malbatan xwestin li girtîgehê mafên zarokên wan neyên binpêkirin û daxwazên wan werin bicihanîn.

“Zarokên me xistine nava çeteyên DAIŞ’ê”

Dayîka Mazlum, Qudret Dag jî got: “Li girtîgehê mafên zarokên me tên binpêkirin, di bin êşkenceya fîzîkî û derûnî de ne.

Ew di girtîgehê de xistine nava çeteyên DAIŞ’ê.”

“Divê komîsyonek ji desteya serbixwe ya mafê mirov serdana girtîgehê bike”

Malbatên girtiyan ji bo wergirtina agahiyan daxwaz kirin ku komîsyonek ji Desteya Serbixwe ya Mafê Mirov were avakirin û serdana Girtîgehê bikin.

Tevî van hemû bang û daxwazan, PDK’e zextên li dijî herdû ciwanên Kurd bi dawî nake û ew bi mirinê re rûbirû hiştine.

Back to top button