Li Bakûrê Kurdistanê 8’ê Adarê hate pîrozkirin

Li Bakûrê Kuridstanê jî jin bi cil û bergên Kurdî û bi coş û heyecaneke mezin daketin qadan û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî pîroz kirin. 

Îro li seranserî cîhanê û li Kurdistanê jin herikîn qadan û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî pîroz kirin.

Li Amedê jî jinan li Qada Îstasyonê şahiya xwe li darxistin.
Li qadê jiinan bi pankart û dirûşman bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tugluk û berxwedana jinan.

Li Silopiya Şirnexê mîtînga 8’ê Adarê ya ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê ve hat organîzekirin, li Qada Newrozê bi coşeke mezin hat lidarxistin.

Li Êlihê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, li taxa Çandê ya Êlihê mîtînga 8’ê Adarê lidarxistin.

Li Mêrdînê şahiya jinan a 8’ê Adarê li qada Newrozê ya Nisêbînê hat lidarxistin.

Tevgera Jinên Azad-TJA û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê a Mêrdînê bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” 8’ê Adarê pêşwazî kirin.

Li Kuçeya Hunerê ya Dêrismê bi sedan hatin gel hev û ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan.

Platforma Jinê ya Dêrsimê, li Qada Seyîd Riza 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin

Li Wanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad TJA û Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê de bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” mîtînga 8’ê Adarê pêk hat.

Coşa jinan a li mjîtîngê bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” berdewam kir.

Back to top button