Xwepêşindanên li Siweydayê di roja 117 de dewamin

Xwepêşandanên li Siwêdayê jî bi israra guhertina rewşa siyasî dewam dikin.

Xwepêşindanên li Siwedayê ji bo guherîna siyasî û pêkanîna biriyara NY a 2254’an di roja 117’an didome.

Bi dehan şêniyên Siwêdayê îro jî li Meydana Karama kom bûn û banga pêkanîna daxwazên xwe kirin.

Xwepêşandêran roja Sêşemê dem heta roja înê dan endamên partiya Bass ku navendê vala bikin.

Lê nepêkanîna vê yekê hişt ku xwepêşandêr îro bi ser navendê de bigirin û wêneyên Beşar Esed biqetînin.

Artêşa Lubnanê 110 penaber girtin, 108 ji wan Sûrî ne

Her wiha Artêşa Lubnanê ragihand ku li beravên bajarê Terablusê yê li bakurê Lubnanê, keştiyeke ku pê qaçaxçîtiya mirovan dihate kirin, desteser kiriye.

Artêşê got:

“Di çarçoveya çavdêriya sînorê deryayî, dewriyeyeke hêzên deryayî li beravên Terablusê 110 mirov girtin.

Kesên li keştiyê siwar bûbûn, 108 Sûriyî û 2 jî Lubnanî bûn.

Back to top button