Projeya “Balyozxaneya Cîhaneke Nû: Kurdistan” li Lozana Swîsreyê ku Kurdistan kir 4 parçe, bi komxebatekî berfireh pêktê.
Proje ji hêla endam KNK’ê û siyasetmedara Kurd Nîlûfer Koç û hunermend Jonas Staal ve bi nerîna hunerî, çandî û siyasî ve hatiye çêkirin.
Organîze û malovaniya projeyê jî Şanoya Lozana Vidy (Théâtre Vidy-Lausanne) ku yek ji şanoyên pêşeng ên Swîsre û Ewropayê ye, kir. Saziyên navneteweyî yên wekî Weqfa Mondriaan û Progressive International jî piştgirî dan projeyê.
Proje bi beşdariya hunermend, siyasetmedar û akademîsyenên ji gelek welatên cîhanê hatin û bi 2 komxebatên cuda dest pê kir.
Komxebat bi ser navê konfederalîzma demokratîk û demokrasiya bê dewlet hat lidarxistin
Di komxebata “Demokrasiya bêdewlet” de ku bi sernavê ‘Konfederalîzma Demokratîk’ bi beşdariya Nîlûfer Koç, ekonomîstê Emerîkî David Adler û aktîvîsta mafên mirovan a Swîsreyî Elisabeth Decrey Warner hat lidarxistin.
Di komxebatan de bal kişandin ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser esasê Konfederalîzma Demokratîk li 4 parçeyên Kurdistanê pêk hatine.
Di axaftina pêşkêşkirinê de hat gotin ku di 1923’yan de bi Peymana Lozanê re Kurdistan ji aliyê hêzên navdewletî ve li netewe dewletan hat parvekirin û hate destnîşankirin ku projeya Konfederalîzma Demokratîk ji holê rakirina vê mantiqê netewe-dewletê ye.
Di komxebatê de têkoşîna jinê hat nîqaşkirin
Di komxebatê de têkoşîna jinê ya ku ji bo Konfederalîzma Demokratîk bi berfirehîhat nîqaşkirin, têkildarî afirandin û domandina şoreşa Rojava jî nirxandin girîng hatin kirin.
Hat gotin ku di komxebata ku bi sernavê “Têkoşîna Jinê ya Yekîtiyê” hat organîzekirin de, bal kişand ser zext û zordariya pergala kapîtalîst a li ser jinê û li ser girîngiya projeya Konfederalîzma Demokratîk a ji bo rizgarkirina jinan rawestiya.
Ji Akademiya Jineolojiyê ya Başûrê Kurdistanêr rojnamevan-nivîskar Necîbe Qeredaxî, ji Hindistanê parêzer û şêwirmenda siyasî Varsha Gandikota û ji Fransayê jî nivîskar Fatima Ouassak wekî panelîst beşdarî bernameya komxebatê ya bi sernavê “Kolonyalîzma Bêdewlet” bûn.
Komxebat danê êvarê dê bi dayîna konser bi dawî bibe.
Li Swîsreyê panela ‘Sefaretiya Cîhaneke Nû Kurdistan’ tê lidarxistin