HPG’ê: Li herêma Metînayê 5 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Li herêma Metînayê, gerîllayên HPG’ê li çeperên artêşa Tirk dan. Çalakî weke bersivdayîna li dijî komploya 15’ê Sibatê hate lidarxistin û di encamê de 5 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya li herêma Metînayê daxuyaniyek da.

Navendê diyar kir ku çalakiya wan li dijî komploya 15’ê Sibatê û ji bo bîranîna şehîdên berxwedana Garê pêk hatiye û ev agahî dan:

“10’ê Sibatê li herêma Metînayê, çeperên artêşa Tirk ên li Girê Milîtan bûn armanca çalakiya gerîlla.

Di encamê de navendeke dagirkeran hat rûxandin û 5 leşkerên tê debûn hatin kuştin.”

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk jî ev agahî parve kirin:

“Roja 5’ê Sibatê devera Girê Cûdî ya girêdayî Zapê 2 caran ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve hat bombebarankirin.

7’ê Sibatê Girê Hekkarî yê Metînayê 2 caran bû armanca êrişa balafirên şer.

9’ê Sibatê jî qada Kunişka a girêdayî Zap ji aliyê balafiran ve hate bombardimankirin.

Back to top button