Şîlan Okmen di nava malbateke dilsozê nirxên welatparêziyê li Mêrdînê ji dayik bû

Dilê xwe bi hezkirina azadiyê mezin kir û bû fermandareke pêşeng a YJA Starê. Em behsa Gerîlaya YJA Starê Rahîme Xebat dikin. Rahîme hewl da nûbûnê bike parçeyek ji kesayetiya xwe û heta kêliya dawî ya jiyana xwe de di nava pêvajoyeke giran a şer de pêşengî ji hevrêyên xwe re kir.

Şîlan Okmen (Rahîme Xebat) di nava malbateke dilsozê nirxên welatparêziyê li Mêrdînê ji dayik bû.

Mîna bedewiya xaka Kurdistanê miroveke reng bi reng bû.

Rahîme di zarokatiyê de bi gotina malbatê û derdora xwe PKK nas kir û kete nava lêgerînê.

Hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi demê de veguherand têkoşîneke zanebûn.

Bi bandora xizmên xwe yên şehîd bûn û di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Rahîme Xebat gavên xwe yên destpêkê li çiyayên Botanê avêt.

Sedema kêfxweşî û kelecana li ser rûyê wê ew bû ku hêviyên wê li çiyê şîn bûn.

Di kesayetiya xwe ya durust û ji dil têkiliyeke xurt bi hevrêyên xwe re danî.

Gerîlaya YJA Starê Rahîme xebat bû fermandareke YJA Starê ya pêşeng

Gerîlaya YJA Starê Rahîme her cara ku Rêber Apo xwend, tiştên nû hîn bû û hewl da vê nûbûnê jî bike parçeyek ji kesayetiya xwe.

Li hemberî tecrîdkirina Rêber Ocalan xwe berpirsyar dît û ev rewş qebûl nekir.

Rahîme Xebat bi kesayetiya xwe ya ku qet dest ji têkoşînê bernedida bû hêza çareseriyê ji pirsgirêkan re, ji aliyê îdeolojîk ve jî xwe bi pêş ve bir û bû fermandareke pêşeng a YJA Starê.

Û di nava pêvajoyeke giran a şer de pêşengî ji hevrêyên xwe re kir.

Gerîlaya YJA Starê Rahîme Xebat di 1’ê Îlona 2022’an de li Xerzanê di şerê dijî dijmin de heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Back to top button