Pentegon: Qezenca petrola Bakurê Sûrî ji QSD’ê re were şandin

Berdevkê Pentegon Hoffman diyar kir ku qezenca ji petrola herêmê derdikeve ne ji bo Emerîka lê ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ye.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Emerîka Jonathan Rath Hoffman têkildarî mayîna leşkerên wan yên li Sûrî û parastinê bîrên petrolê axivî.

Jonathan Rath Hoffman diyar kir ku li dijî her êrîşeke li ser hêzên wan, ew ê mafê xwe yê parastinê bikar bînin.

Hoffman got:

Qezenca petrola bakurê Sûrî wê ji hêzên sûriya demokratîk QSD’ê re be.

Berdevkê Pentegonê anî ziman ku ew li bendê en kesên bi artêşa tirkiyê re sûcên şer kirine, tirkiye wan ceza bike.

Leave a Reply

Back to top button