QSD’ê çeteyê bi navê Îsmaîl Zaîm bi operesyonekê girt

Birayê serçete yê ku êrîşî cenazeya şervana YPJ’ê şehîd Amara Rênas dikir hat girtin.

Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand, yekîneyên ewlekarî yên QSD’ê bi operasyoneke taybet serçeteyê bi navê Îsmaîl Zaîm girtin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê operesyonê daxuyaniyek nivîskî li ser malpera xwe weşand.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

Yekîneyên me yên Ewlekarî, demek dirêj e kesên ku li hemberî gel û hêzên me yên leşkerî plansziya êrîşan dikirin şopandin.

6’ê Mijdarê, di encama şopandina dirêj de hêzên me bi operasyoneke taybet serçeteyê bi navê Îsmaîl Zaîm girtin.

Serçete, birayê serçeteyek din bi navê Mihemed Zaîm e ku di nav êrîşan dagirkeriyê de bi awayek çalak cîh digire.

Mihemed Zaîm yek ji çeteyên ku êrîşî cenazeya şervana YPJê şehîd Amara Rênas dikirin e.

QSD’ê dazanîn ku ev çete bi birayê xwe re di nav pêwendiyê de bû da ku li hember fermandarên QSDê plansaziyên êrîşan pêk bînin.

Leave a Reply

Back to top button