Kurdistaniyan hevkariya pdk’ê a bi dewleta tirk re şermezar kirin

Li Ewropayê hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re kirinên wê hat şermezarkirin.
Şêniyên Wargeha Mexmûrê jî li hemberî xeta PDK’ê bertek nîşan dan û gotin:
“PDK’ê hemû hêza xwe ya aborî û leşkerî dayê dagirkeriya Tirk”

Li dijî siyaset û hevkariya PDK’ê a bi dewleta Tirk a dagirker Kurdistanî bi hêrs in.

Di vê çarçoveyê de li bajarê Melboûrne yê Awûstrayayê li dijî kirinên PDK’ê bertek hate nîşandan

Di çalakiyê de Kurdistaniyan êrîşa li dijî Nûnertiya KNK ya di 18’ê Îlonê de li bajarê Hewlerê şermezar kirin.

Her wiha Ş. Denîz Cevdet Bulbun yê di êrişêde hate şehîdxistin jî hate bibîranîn.

Têkildarî heman mijarê şêniyên Mexmûrê jî axivîn û bal kişandin ser kirinên PDK’ê

Şêniyan diyar kirin PDK’ê li Başûrê kurdistanê erka îstixbaretiyê ji bo Tirkiye dike.

“Nehêlin keç û xortên Kurdan bi dest hev bên kuştin”

Têkildarî vê yekê Dayika bi navê Wesîle Çelî got:

“Her ku diçe ixaneta PDK’ê kurtir dibe û dixaze bi kirinên xwe şerên bira kujiyê derxîne holê.”

Di dewama axaftina xwe de Dayika Wesîle bang li tevahî dayîk û gelê Başûr kir û got:

“Pêwîste li hember hevkariya PDK’ê bibin xwedî helwest û nehêlin xort û keçên Kurdan bi destê hev bên kuştin.”

“Divê gelên Başûr destkeftiyên xwe bi parêzin”

Şêniyê bi navê Simal Hilalî jî destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê berfireh bû ye û wiha got:

“PDK’ê hêzeke mezin şand Sidekan û Biradostê û gefan li gel dixwe da ku herêmê vala bikin û rê ji dewleta tirk re vekin.

PDK’ê bi serkêşiya Malbata Barzanî hemû hêza xwe ya aborî, leşkerî û civakî xistiye dibin xizmeta dewleta Tirk de

Em nikarin bêjin PDK’ê partiyek kurd e ji ber ku partî gel û netewa xwe diparêzin.”

Simal Hilalî di serî de gelê Başûr Bang li her kesî kir ku li hemberî êrişên PDK’ê û dewleta Tirk xwedî helwest bin.

Kurdistaniyên li Oslo’yê xiyaneta PDK’ê şermezar kirin

Back to top button