Li Swîsreyê panela ‘Sefaretiya Cîhaneke Nû Kurdistan’ tê lidarxistin

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê di navbera 23-24’ê Îlonê de wê bi navê ‘Sefaretiya cîhaneke nû Kurdistan’ projeyeke siyasî û hunerî ji bo du rojan pêk were.

Proje ji aliyê Endama KNK’ê siyasetmedara Kurd Nîlufer Koç û hunermend Jonas Staal ve hate amadekirin.

Wê du rojan karê atolyeyê, fîlm, konser, panelên nîqaşê bêne lidarxistin.

Yek ji şanoyên sereke yên Ewropayê Şanoya Lozan Vidy wê malovaniyê ji projeyê re bike.

Yek ji mijarên rojeva bingehîn a çalakiyan wê hebûna sîstema li Rojava be ku bi paradîgmaya Rêber Apo hate afirandin.

Di çalakiyê de wê girîngiya têkoşîna Tevgera Jinên Kurd a li dijî netewe dewletê jî bê nîqaşkirin.

Beşdar wê bi tecrûbeyên Kurdan fikrê xwe yê li ser cîhaneke paşerojê bînin ziman.

Çalakî wê di navbera 23-24’ê Îlonê de li Şanoya Vidy a Lozanê pêk were.

Back to top button