Besê Erzîncan: Ciwan her dem li refên herî pêş in

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bal kişand ser êrîşên mezin ên li dijî ciwanan û got:
Ciwanên Kurd fikrê Rêberê Abdullah Ocalan nas dikin wê li hemberî dijmin gavê paşde neavêjin.
Dijmin çi dike bila bike, wê nikaribe bi ciwanan gavê paşve bide avêtin.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan beşdarî bernameya ‘Xwebûn’ a li Jin TV bû û bersiv da pirsên Arjîn Baysal.

Besê Erzîncan bi bîr xist ku hemû tevgerên azadiyê, ekolojî, demokrasî û jinan bi giranî ji ciwanan pêk tê û got:

“Di çalakiyên dijî pergala kapîtalîst de ciwan li refên herî pêş e. Ji ber ku ciwan ji paşeroja xwe bi hêvî nînin.

Di nava gerîla de yên li cihên herî zehmet in û fedakariyê dikin, ciwan in.

Di pirsgirêka Kurd de yên destpêkê serî hildidin ciwan in. Hem bi wêrekî, hem jî bi fikrê xwe yê pêşeng.”

Endama Koordînasyona KJK’ê anî ziman ku modernîteya kapîtalîst naxwaze ciwan azad bibin û wiha dewam kir:

“Ciwanan ber bi fûhûş û narkotîkê ve dehf dide. Armanca modernîteya kapîtalîst ew e ku ciwanan bê îrade bihêle.

Dixwaze ku ciwan tenê roja xwe derbas bike, her tiştî biqedîne, nirxekî civakê nehêle.

Sîstem naxwaze ku ciwan xwe nas bikin, xwe bi rêxistin bikin, naxwaze ku ji bo welatê xwe kar bikin.”

Besê Erzîncan diyar kir ku li Kurdistanê jî êrîşa herî mezin li hemberî ciwanan tê kirin û wiha got:

Sîstem niha çi dike? Eger ciwan, jinên ciwan bişkên, di paşerojê de wê nikaribin rabin ser piyan.

Bi vî rengî difikirin. Hîn di ciwantiyê de îradeya wan dişikîne, di ciwantî de dizewicîne.

Li Îranê zewicandina zarokên 13-14 salî qanûnî ye.

Ev yek şikestinê bi xwe re tîne. Piştî ku dibe xwedî zarok, tenê li xwe û malbata xwe difikire.

Ev yek polîtîkayeke bi zanebûn e. Mirov hîn di zarokatiyê de hînî fûhûş û narkotîkê têne kirin ku ev yek polîtîkaya dewletê ye.

Ji berê ve li ser Kurdistanê dijmin şerekî taybet dimeşîne, lê salên dawî giran kiriye.”

Besê Erzîncan herî dawî eşekre kir ku ciwanên Kurd fikrê Rêberê Apo nas dikin wê li hemberî dijmin gavê paşde neavêjin.

Dijmin çi dike bila bike, wê nikaribe bi ciwanan gavê paşve bide avêtin

Back to top button