Asayîşê li Minbicê 4 kesên ku madeyên hişbir bikar tanînin girtin

Tekoşîna hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî Madeyên Hişbir dewam dikin.
Asayîşê 4 kesên ku li bajarê Minbicê belavkirina madeyên hişbir dikirin û bi kar dianîn, girtin.

Hêzên Ewlakariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya ferîm der barê mijarê daxuyaiyek da.

Asayîşê diyar kir ku di 17’ê Îlonê li Minbicê 4 kesên ku li bajarê Minbicê belavkirina madeyên hişbir dikirin û bi kar dianîn, girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Di encama kedên hêzên me yên li dijî madeyên hişbir de, yek ji dewriyeyên li nava bajêr guman bi kesekî kir ku belavkirina madeyên hişbirê dike.

Dema ku ew hate seknandin û lêgerîn li ser wî hat kirin, miqdarek heşîş û hebên Tramadol bi wî re hate dîtin.

Piştî lêpirsîna bi wî re li xwe mikur hat ku miqdareke din ji madeyên hişbir pê re heye.

Ji ber wê dewriye hat avakirin û piştî girtina hemû tedbîrên yasayî, bi ser mala gumanbar de çûn û 3 kesên ku madeyên hişbir bikar dianîn û belav dikirin hatin girtin.”

Asayîşê diyar kir ku li gel girtiyan gelek madeyên hişbir wek heşîş, heb, krîstal her wiha mîqareke pere û mermiyên damnaceyê hatin girtin.

Rêvberiya Giştî ya dijî madeyên hişbin bang li gel kir di wa

Rêveberiya Giştî ya dijî madeyên hişbir bang li gel dike ku her çalakiyên têkildarî belavkirin, bikaranîn an firotina madeyên hişbirê ji nêziktirîn xala ewlehiyê ya girêdayî hêzên me re ragihînin.

Back to top button