Dewleta Tirk a dagirker gundên Kobanê, Şehba, til Temirê û Minbicê bi dijwarî bombebaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker bajarokê Şiyûxa Jêrîn, gundê Zor Mixar, mezraya Ehmed Mûnîr û Ziyaretê bi çekên giran û hewanan bombebaran kirin.
Balafirên dagirkeriya Tirk gundên Şehba û Şera bombebaran kir
Her wiha dagirkeriay Tirk bi balafirên şer gundê Bêlûniyê yê Şehbayê, gundê Kefer Atûn û Malikiye yê navçeya Şera ya kantona Efrînê bombebaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Til Temirê û Minbicê bombebaran kir
Artêşa Tirk a dagitrker gundê Til El Leben û Gûzeliye yê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kirin.
Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mehsenlî û Cerade yê rojavayê Minbicê jî bi dijwarî topbaran kirin.
Dagirkeriya Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Şamê topbaran kir
Li gorî agahiyan dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li rojavayê Kobanê bi çekên giran topbaran kirin.