Dirûtiya Brîtanya: Li Rojava ‘terorîst’ li Ukrayna qehreman

Enternasyonalîstên ku li Rojava li dijî DAIŞ’ê şer kirin, piştî ku li Ukraynayê jiyana xwe ji dest dan weke qehreman hatin pênasekirin.
Halbûkî Îngilistanê ev enternasyonalîst bi ‘terorîstiyê’ sûcdar kiribû, ji ber ku li dijî DAIŞ’ê şer kiribûn.

Dan Burke û Sam Newey ku li Ukraynayê di şerê dijî hêzên Rûs de jiyana xwe ji dest dan, li welatê xwe ji aliyê medyayê ve weke qehreman hatin ragihandin.

Cenazeyê Dan Burke beriya çend rojan li başûr rojhilatê Ukraynayê hate dîtin.

Sam Newey jî li rojhilatê welêt di şerê dijî hêzên Rûs de jiyana xwe ji dest da.

Mirina herdu dilxwazên Îngiliz li Ukraynayê di çapemeniya welatê xwe de deng veda.

Di gelek nûçeyan de ji bo Burke û Newey gotina ‘şervanên wêrek û fedakar’ hate bikaranîn.

Tişta balkêş ew e ku Dan Burke ji ber ku li nava refên YPG’ê li dijî DAIŞ’ê şer kir heft mehan girtî hate hiştin.

Sam Newey jî tevî ku 19 salî bû û qet nehatibû Rojava jî hatibû cezakirin.

Kekê Sam Dan Newey ku bi xwe jî berê li Rojava şer kiribû li ser mijarê axivî û destnîşan kir ku her du enternasyonalîst jî qehreman bûn.

Newey got,

“Gelên azad ên li Rojava di navbera DAIŞ’ê û welatên Rojava de bendek bûn.

Eger ne ji fedakariya wan bûya DAIŞ’ê wê hîn bêhtir êş û kaos biafiranda; niha heman tişt ji bo Ukraynayê jî dikare bê gotin.

Ev têkoşîna me hemûyan e, çi dibe bila bibe divê em li dijî otorîteriyê li ber xwe bidin.”

Dan Burke sala 2017’an çûbû Rojava û piştî ku li dijî DAIŞ’ê şer kiribû di sala 2019’an de li welatê xwe vegeriya bû.

Burke li bendê bû ku mîna qehremanekî bê pêşwazî kirin, lê belê wê li welatê xwe bi ‘terorîzmê’ bihata sûcdarkirin.

Dan Burke û Sam Newey tevî çar hevalên xwe hatin darizandin.

Sam Newey ê 19 salî ji ber ku 150 sterlîn ji kekê xwe Dan Newey re şand bi îdîaya ‘piştgiriya madî ya ji bo terorîzmê’ hate sûcdarkirin û darizandin.

Dadgeh piştre betal bû, lê belê Dan Burke li girtîgehê heft mehan hate hiştin.

Sam Newey û bavê wî bi kefaletê hatin berdan.

Sam Newey di 31’ê Tebaxê de li Ukraynayê li eniya herî pêş jiyana xwe ji dest da.

Tê texmînkirin ku Dan Burke di 11’ê Tebaxê de miribe, li ser mirina wî lêpirsîn dewam dike.

Tevna Piştevaniyê ya Kurdistanê têkildarî mirina herdu enternasyonalîstan daxuyanî da û got,

“Herdu enternasyonalîst ku ji bo parastina Ukraynayê jiyana xwe ji dest dan wê weke qehremanan bêne bîranîn.”

Back to top button