Partiya Çepên Kesk ji bo tura 2. a hilbijartinan xebatên xwe didomîne

Li navçeya Hezexê şandeya partiyê bi gel re hate bahev û ji gel xwestin xelk 28’ê Gulanê biçe dengdayînê. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Wanê jî diyar kirin ku ew bi biryar in dawî li serpêhatiya 21 salan a AKP’ê bînin û gotin: “Dê gel helwesta xwe ya di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dîsa nîşan bide û erdogan têk bibe.”

Tûra dûyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yê li Tirkiyê dê di 28’ê Gulanê de bên kirin.

Di vê çarçoveyê de Partiya Çepên Kesk xebatên xwe ji bo vê yekê didomîne.

Partiya Çepên Kesk bi şandeyekê li navçeya Hezexê bi gel re hate bahev.

hinek beta biherikîne

Di serdanê de şandeyê belovak li gel belav kir û hate xwestin xelk 28’ê Gulanê biçe dengdayînê.

Jinan diyar kir ku serkeftin a gelê kurd e û ew ê biçin ser sindoqan û rejîma yek zilamî bişînin.

Şandeyê paşê serdana dikandaran û kargehên tekstîlê kirin.

Parlamenterên Wanê: 28’ê Gulanê roja dawîlêanîna desthilatdariyê ye

Li aliyê din, têkildarî hilbijartinan û girîngiya wê Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Wanê jî axivîn.

Parlamenter Gulderen Varli diyar kir di 28’ê Gulanê de ew ê bi heman hêz û enerjiyê biçin ser sindoqan û got:

“Em ê dîsa ji bo hilbijartina serokkomariyê biçin li deriyên xelkê xwe bixin.”

Gulderen bi bîr xist ew hemû dizanin ku bi rêjeya dengan hat lîstin û wiha got:

Bêwestan û bi heman baweriyê me dîsa ji bo hilbijartinê xebatên xwe da destpêkirin.

Em bi biryar in ku dawî li vê serpêhatiya 21 salan a desthilatê bînin.

Parlamenter Zulkuf Ûçar jî destnîşan kir 28’ê Gulanê roja rizgarkirina Tirkiyê ya ji vê korîdora tarî ye.

Zulkuf Ûçar ji bo guhertinê bang li gel kir wê rojê biherikin ser sindoqan.

Keskîn Bayindir: Gelê Kurd dê Erdogan têk bibe

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Keskîn Bayindir jî bi heman armancê nirxandin kir.

Keskîn Bayindir diyar kir dê gel helwesta xwe ya di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dîsa nîşan bide û erdogan têk bibe.
Bayindir: Divê heta dawiyê xwedî li sindoqan bên derketin

Bayindir bal kişand ser bêusuliyên desthilata AKP-MHP’ê yê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de û got:

Hewceye em heta kêliya dawî jî xwedî li sindoqan derkevin.”

Herî dawî jî Keskîn Bayindir anî ziman divê em bêtirs, bêdudilî bala xwe bidin ser serkeftina hilbijartinêXelkê

Amedê: Werin em biçin ser sindoqan û vê tirsê têk bibin

Ji bo hilbijiartina Serokkomariyê xelkê Amedê jî axivîn û ji bo çûna ser sindoqan bang kirin.

Welatiyên Amedê ku diyar kirin ew êdî guherînê dixwazin, ev peyam dan: “Li cihekî rejîma yekzilamî lê tu carî aramî çênabe û aborî û pergal baş nabe.

Werin em biçin ser sindoqê û vê tirsê têk bibin.”

Hejmara kesên li derveyî welat deng didin ji milyonek û nîvan derbas kir

Back to top button