Laura Castel: Bêguman rewşeke wehşetê û dûrî aqilan heye

Cîgira Serokê Koma Çep a KE’yê û endama Komîteya Şopandinê Laura Castel sepanên li Girtîgeha Îmraliyê weke “wehşet” pênase kir û da zanîn ku dê daxwaza xwe ya çûna serdana Îmraliyê bi Konseya Ewropayê re parve bike. Castel destnîşan kir ku bi taybet jî ji bo mafê hêviyê dê rewşê ji nêz ve bişopînin.

Castel, da zanîn ku bala wan li ser Îmraliyê ye lê belê girav bandorê li tevahiya girtîgeh û girtiyên li Tirkiyê dike û wiha got: “Lewma jî hewldanên me dewam in. Bêguman rewşeke wehşetê û dûrî aqilan heye.

Binpêkirinên pir mezin ên mafên mirovan hene.

Ne rewşeke wisa ye ku bi hêsanî were jibîrkirin.

Ez di nava Komîteya Şopandinê ya Konseya Ewropayê de cih digirim.

Ev komîte, rewşa girtiyên siyasî yên li Tirkeyê jinêzve dişopîne.”

Castel da zanîn piştî hevdîtinên dawî, wê biryar da ku ji bo serdana Îmraliyê ew ê serî li Konseya Ewropayê bide

Castel: Rojevkirina tecrîdê û şopandina karên konseyê pîr girîng e

Laura Castel diyar kir rojevkirina vê mijarê û şopandina karên konseyê pir girîng e û ev tişt got:

“Pirsgirêka kurd û Tirkiye her tim di rojeva Konseya Ewropayê de ne û nayên jibîrkirin.

Lê ji ber şerê li Ûkraynayê, avakirina hevsengiyekê ya di navbera ajandayan de zehmetî derdikevin.

Girtina Abdullah Ocalan a heta mirinê di girtîgehê de, îşkence ye.

Di vê mijarê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 18’ê adara 2014’an de biryarek dabû.

Armanca esasî ya şandeyê ew e ku rewşa Ocalan tê de dijî bişopîne.

Castel: Ji bo mafê hevîyê em ê rewşê ji nêz ve bişopînin

Endama delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî Laura Castel destnîşan kir ku bi taybet jî ji bo mafê hêviyê, ew ê ji Komîteya Şopandina pirsan bikin û dê rewşê ji nêz ve bişopînin.

Endama Şandeya Îmraliyê ya Konseya Ewropayê wê serdana Îmraliyê bike

Back to top button