Welatiyên Hewlêrê: Biryara KCK, exlaqî û aştîxwaziye

Welatiyên Hewlêrê têkîldarî biryara KCK’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî axivîn û gotin:
“Ji ber PKK alîgirê aştiyê ye, gelek caran agirbest ragihandiye, lê dewleta Tirk hertim bi êrişan diyar kiriye ku aştiyê naxwaze.”

Piştî erdheja 6’ê Sibatê a li Bakurê Kurdistan, Tirkiye û Suriyê ku bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan, KCK’ê biryar da ku wê HPG hemû çalakiyên xwe yên leşkerî bisekinînin.

Herî dawî jî, Hevseroka KCK’ê Besê Hozat car din ragihand ku ji ber hilbijartinên li Tirkiye wan dema rawestandina çalakiyên leşkerî heta piştî hilbijartinê dirêj kirine.

Derbarê biryara KCK’ê, welatiyên Hewlêrê ji Rojnews re axivîn û diyarkirin ku biryara KCK’ê biryarek exlaqî û aştîxwaze.

Welatî Bextiyar Ebdulrehman diyar kir ew biryara KCK’ê ya rawestandina şer bi nirx dibîne û got:

Bextiyar Ebdulrehman: Biryara KCK aştîxwaziya PKK’ê nîşan dide

“Rawestandina şer ji aliyê PKK’ê ve helwesta aştîxwaz a PKK’ê nîşan dide.

Lê desthilata faşîst a Tirk hertim li şûna aştiyê, şer hildibjêre.”

Hawrê Cemal: Ji bo aştiyê divê Rêber Ocalan fîzîkî azad bibe

Hawrê Cemal jî balkişand ser girîngiya biryara KCK’ê û got:

“Ger dewleta Tirk aştiyê bixwaze divê destpêkê Rêber Ocalan bi fîzîkî azad bike, daku li herêmê aştî pêk were.

Biryara KCK’ê helwestek aştîxwaz e, lê desthilatdarên Tirk xirab nêzî vê helwesta KCK’ê dibin û ti pêngavek ji bo aştiyê navêjin.

Back to top button