Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê OHD, ji bo cenazeyên ku li peyarêya Goristana Kîlyosê hatin veşartin, wê serî li NY û DMME’yê bide. Parêzer Serhat Çakmak, diyar kir ku armanca êrîşan li ser goristanan “bêbîrhiştin e”.
Komeleyê li goristanê lêkolîn kir, raporek amade kir û tê de xwestibû ku cenazeyan bidin xwediyên wan û der barê kesên berpirsyar de, lêpirsîn bê destpêkirin.
Komele xebatên xwe yên tekildarî mijarê didomîne û amadekarî dike ku veşartina cenazeyan a li peyarêyê bibe NY û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME).
Endamê komeleyê Parêzer Serhat Çakmak got:
“Veşartina cenazeyan a li ser hev a li peyarêyê, bêhiqûqiyê eşkere radixe ber çavan. Binpêkirineke giran a mafan li holê ye. Ev binpêkirina nirxên civakê ye. Bi vê re dixwazin civakê bê bîr bihêlin.”