Îro jî HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk bi hawan, obus, tank û çekên giran 83 caran li Herêmên Parastinê yên Medyayê da.
Piştî daxuyaniya KCK’ê a ji bo rawestandina êrişan, Hêzên Parastina Gel ketin pozîsyona parastinê û çalakiyên xwe sekinandin.
Tevî wê jî êrişên dewleta Tirk a dagirker didomin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê êrişên dewleta dagirker daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin:
4’ê Nîsanê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê FM û Girê Cûdî, Çemê Lolanê ya Xakurkê, Qada Girê Şehîd Heqî, çeperên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê,
bi hawan, obus, tank û çekên giran 83 caran hatine bombekirin.”