Îmad El-Keraf: Divê artêşa Niştimanî bikeve lîsteya terorê

Hevserokê Meclisa Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îmad El-Keraf ku dozgerê dadgeha Eyn Îsayê ye der barê sûcên şer yên dewleta Tirk û çeteyên wê de ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Hevserokê Meclisa Edaletê destnîşan kir ku dagirkirina dewleta Tirk a xaka Sûriyê li dijî hiqûqa navnetewî ye û ev jî sûcekî şer e.

Îmad El-Keraf weha dewam kir: “Gefên li QSD`ê û Rêveberiya Xweser têne xwarin ji rastiyê dûr in. QSD’ê ji bo ewlehiya herêmê mîsoger bike, di berdêla cîhanê de bi hevkariya bi dehan dewletan li dijî terora DAIŞ’ê şer kir da ku ewlehiya herêmê mîsoger bikin.”

El Keraf her weha xala 8’an a hevpeymana Roma Cinêvê bibîrxist û anî ziman ku li gorî vê xalê komkujiyên sivîlan, koçberkirina gelan, lîstina cenazeyan û binpêkirinên din yên dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên şer in.

El-Keraf diyar kir ku “Artêşa Niştimanî a Sûriyê” ya çeteyan ku bi destê dewleta Tirk hatiye avakirin sûcên terorê yên herî giran pêk anîne.

El-Keraf bang li civaka navdewletî, NY`yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku “Artêşa Niştimanî” û kesên piştgiriyê didine wan, bixin lîsteya terorê.

Leave a Reply

Back to top button