Lijneya Hilbijartinê Ya Bilind a Tirk aşkere kir ku ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê ji hilbijêrên derveyî welat milyonek û 138 hezar û 743’yan dengê xwe dane. Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Swîsreyê bang li hilbijêran kir biçin ser sindoqan û dîktatoriyê hilweşînin
Dengdayîna hilbijêrên derveyî welat a di 27’ê nîsanê de dest pê kiribû, hêj didome.
3 milyon û nîv, kesên ku li derveyî welat wê ji bo hilbijartina di 14’ê Gulanê de dengê xwe bidin.
Dengdan li 73 welatan û li 52 herêmên hilbijartinê pêk tê.
Li Elmanya, Fransa, Danîmarka, Hollanda û Luksembûrgê dengdan di roja 9’emîn de didome.
Li Swîsre, DYE, Awûstralya, Belçîka, Îngilîstan, Norwêc, Yewnanîstan û Kanadayê pêvajoya dengdayînê ya ku di 29’ê Nîsanê de dest pê kiribû, di roja xwe ya 7’emîn de didome.
Li Çekya, Îsraîl, Îtalya, Polonya û Romanyayê jî dengdan di roja 2’emîn de didome.
Li gorî daneyên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) milyonek û 138 hezar û 743 hilbijêr li derveyî welat û gumrukan dengê xwe dane.
Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Swîsreyê bang li hilbijêran kir.
Partiya Çepên Kesk: Ji bo hilweşandina dîktatoriyê em biçin ser sindoqan
Koordînasyonê diyar kir em di pêvajoyeke ku em berpirsyariyên dîrokî û mezin digirin ser milê xwe re derbas dikin û ev bang li hilbijeran kir:
Dengên ku wê gelên Kurdistanê, gelên me yên welatparêz û dostên me bide, wê bibe pêl û tsûnamî.
Em bang dikin ku divê her kes biçin ser sindoqan û dîktatoriyê hilweşînin.”
Dengdayîn wê heta 9’ê Gulanê li nûnertiyên derveyî welat, heta 14’ê Gulanê saet 17.00’an li gumrukan bidome.
Ji bo hilbijartinên li Tirkiyê dengdanên derveyî welat dewame dike