Balyozxaneya Fransayê daxuyaniyên li dijî Civaka Êzidî şermezar kir

Balyozxaneya Fransa ya Bexdayê hemû daxuyanî û gotinên bi kîn ên ku li dijî civaka Êzidî tên kirin şermezar kir. Balyozxaneyê ragihand Fransa wê ji bo dayîna mafên Êzidiyan a li Iraqê piştgiriya xwe ya ji bo Êzidiyan dewam bike. Berpirsê Malbenda YNK’ê ya Şengalê Dawid Cindî liser daxuyaniyên berpirsê Liqa 17 a PDK’ê Aştî Koçer got: “Ev 8 salin PDK’ê rê li ber vegera xelkê Şengalê digire û wan di dema hilbijartina de ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne.”

Balyozxaneya Fransa ya Bexdayê têkildarî daxuyaniyên li dijî civaka Êzîdî daxuyaniyek weşand.

Balyozxaneyê hemû daxuyanî û gotinên bi kîn ên ku li dijî civaka Êzidî tên kirin şermezar kir û got:

“Êzidî jî mafê wan ê jiyana di nava aştî, ewlehî û rûmetê de heye.

Divê desthilata Iraq û Herêma Kurdistanê di hewildanên ji nûve avakirina Şengalê de dewam bin.”

Di daxuyaniya Balyozxaneya Fransayê de hat gotin ku wek hemû pêkhateyên din ên Iraqê, Êzidî jî mafê wan ê jiyana di nava aştî, ewlehî û rûmetê de heye.

Her wiha hat gotin, Fransa wê ji bo dayîna mafên Êzidiyan a li Iraqê piştgiriya xwe ya ji bo Êzidiyan dewam bike.

YNK: PDK nahêle koçberên Şengalê vegerin

Li aliyê din astengkirina PDK’ê yên ji bo vegera Şengaliyan li ser axa xwe dewam dike.

Berpirsê Malbenda YNK’ê li Şengalê Dawid Cindî liser daxuyaniyên Berpirsê liqa 17 a PDK’ê Aştî Koçer, daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê medya dijîtal belavkir

Dawid Cindî da diyakirin ku ev 8 salin gelê Şengalê di bin desthiladariya PDK’ê de ye û nahêle vegerin Şengalê.

Cindî destnîşan kir ku daxuyaniyên wezîra koç û koçbera a Iraqê baştirîn belgeyên vê yekê ne û wiha got:

“Em tekez dikin ku PDK’ê ev 8 sal in koçberên Şengalê di kampan de bi darê zorê dihêle û ji bilî alîkariyên xêrxwazî ku ji bo koçberan re tên sûd werdigire di hemû piroseyên hilbijartina de jî dengên wan ji bo berjewendiyên xwe bikartîne.

Daxuyaniyên vê dawiyê ê wezîra koç û koçberên Iraqê baştirîn belgeya vê yekê ne.”

Koçberên Şengalê: PDK vegera me ya Şengalê asteng dike, em jî bi israr in ku vegerin

Back to top button