
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî ev êrîşa li ser Garê şermezar kir û bang li Iraqê kir ku pêşî li van êrîşên bigire û li gel jî kir ku li dora hêzên xwe yên parastinê kom bibin.
MXDŞ’ê anî ziman “Ev êrîş weke êrîşa li ser Şengalê tê dîtin û li ku derê civak gavên ji bo azadiya xwe bavêje; dewleta Tirk a dagirker berê xwe dide wir.”
Meclisê destnîşan kir “Her dem ên navê Kurd li wan e, didin pêşiya dijmin û rê ji bo wan xweş dikin. Niha jî PDK bi dewleta Tirk re bûye yek û di hemû êrîşên li dijî gelê Kurdan de, destekê dide wan.”
Di dawî de bang li hikûmeta Iraqê hat kirin ku rê li ber van êrîşan bigire û bang li gel jî kir ku li her dera êrîş pêk werin dest ji hêzên xwe yên parastinê bernedin û civak yekbûna xwe bi hêzên parastinê re nîşan bidin.”