Li Kerkûkê çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin

Çeteyekî din ê DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê ket destê hêzên Iraqî..

Li Kerkûkê di çarçoveya operasyonên li dijî DAIŞ’ê de, çeteyek di encama kemîneke hevbeş di navbera artêşa Iraqî û istixbarata leşkerî ya welat de, hat girtin.

Li gorî agahiyan, ev çete ji parêzgeha Nînewayê reviyabû û li Kerkûkê hat zeftkirin.

Li Bexdayê bombeyek bi karwaneke Koalîsyona Navdewletî ve teqiya

Li Bexdayê jî, di heman warê ewlehî de, navgînên ragihandinê diyar kir ku duh bombeyek bi karwaneke Koalîsyona Navdewletî ve teqiya û di encamê de tenê ziyan li erebeyeke wan bû.

22’ê Kanûna borî jî karwaneke wan bi 2 bombeyan hatibû armanckirin.

Back to top button