KCK: Êrîşên dagirkeriyê bê erêkirina PDK’ê ne pêkan in

Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku êrîşa dagirkeriyê ya li ser Garê bêyî erêkirina PDK’ê ne pêkan e.

KCK’ê dazanîn ku êrîşa li ser Garê ne tenê êrîşa li ser têkoşîna azadiya Kurd a bi pêşengiya PKK’ê ye, êrîşa li ser hebûna gelê Kurd e.

KCK’ê bang li xelkên başûrê Kurdistan kir ku li dijî dagirkerê rabin ser piya

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê 10’ê mehê li dijî garê êrîşa dagikeriyê da destpêkirin.

Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrîşa dagirker a li dijî qada Garê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê balkişand li ser hevkariya PDK’ê ya ji bo dagirkirina Garê û got:

“Qada Garê gelekî dûrî sînorê Tirkiyê ye û di nava Başûrê Kurdistanê de ye.

Her dem li dijî Garê êrîşên hewayî dihatin kirin. Cara pêşîn ji bejahiyê ve leşker şandine û dest bi tevgera dagirker kirine”.

KCK’ê teqez kir ku bêguman ji bo ku tevgereke dagirker li dijî Garê pêk bê, divê destûr û pesendkirina PDK’ê hebe.

KCK’ê bal kişand li ser daxuyaniya Mesrur Barzanî û diyar kir, li şûna ku li dijî dagirkeriyê derkeve, dagirkeriya Tirkiyê rewa kir.

KCK got:

“Jixwe ev du sê meh in hêzên leşkerî yên girêdayî PDK’ê dora qadên gerîlayan girtibû. Bingeha dagirkeriyê ava kiriye.Di nav şertekî wisa de dagirkeriya dewleta Tirk dest pê kiriye.”

KCK’ê balkişand li ser pêkanîna dema êrîşê jî û wiha domand:

“Artêşa dagirker êrîşa xwe di hefteya komployê de pêkanî.

Ev jî eşkere dike ku armanca dewleta Tirk tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û qirkirina Kurdan e.

KCK: Divê 4 parçeyên Kurdistanê li dijî dagirkeriy dakevin qadan

Li Rojava ji bo jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd bi dawî bikin, êrîşên dagirker dane destpêkirin.

Gotina wan ‘Em ê şaşiya xwe ya li bakurê Iraqê li bakurê Sûriyeyê nekin’ diyar dike ku êrîşên li ser Rojava wisa dikin.

A niha li qadên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê di şexsê gerîlayan de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan e û dixwazin federasyona Başûrê Kurdistanê jî ji holê rakin.

Jixwe gelên Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd dibêjin ku ev êrîş ne li dijî PKK û gerîlayan e, tevgera dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.

KCK’ê li dijî dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê bang li 4 parçeyên Kurdistanê taybet jî xelkên Başûrê kurdistanê yên Akrê Dihok û Silêmaiyê kir ku dakevin qadan.

Back to top button