Komîteya Jînegeh û Şaredariyan a Qamişlo diyar kir ku derengmayîna hemû projeyên xizmetguzariyê yên sala 2020’an, ji ber vîrûsa Corona bûn.
Ji xebatên xizmetguzariyê yên wê vê salê pêk werin:
-Sererastkirin û guhartina torên lûlekêşan ên kevn û qîrkirina rê û sererastkirina kolanên şaxî.
-Zêdekirina hejmara basên li nav bajarê Qamişlo.
Paqijkirina çemê Ceqceq û rakirina gemarê ji sergoyê.
Her wiha amadekariya planên berfirehkirina bajaran.
Têkildarî mijarê, hevserokê Komîteya Şaredariyan a kantona Qamişlo Mesûd Yûsiv anî ziman ku ew ê li gorî derfet û pisporên heyî, van projeyan di rojên pêş de bi dawî bikin.