Malbatên Şehîdan: Heta PDK cenazeyên zarokên me nede em ji vir naçin

Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li Deriyê Sêmalka a ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistine di roja 17’an de dewam dike.
Dayîkên şehîdan li ser pira navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de çalakî rûniştinê li darxistin û û daxwaza cenazeyên gerîlayên şehîd kirin.

Komek ji 21 endamên Dayikên Aştiyê û Şehîdan li ber konê xwepêşandanê yê deriyê Sêmalka kom bûn û berê xwe dan deriyê Pêşxabûrê da ku daxwaza wergirtina cenazeyên her du şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî, bikin.

Di peyama Dayikên Aştiyê de daxwaza wergirtina cenazeyên her du şehîdan hate kirin.

Ji ber ku hêzên PDK’ê name ji destê wan negirt, dayikan çalakî li ser pira di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojava de li dar xist.

Dayikên aştiyê diyarkirin ku ew ê çalakiya xwe li deriyê Sêmalka bidomînin heya ku cenazeyên her du şehîdan werdigirin.

Hat diyar kirin ku paşê hêzên PDK’ê yê li derî gotine ku ewê roja şemîyê nameya dayîkên şehîdan bigirin.

Ev cara duyemîn e ku Dayikên Aştiyê ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan diçin deriyê Pêşxabûr, lê PDK’ê bersiva daxwazên wan nade.

 

Back to top button