Dadgeha Tirk bi îdiayên ji derveyî doza Kobanê dixwazê girtiyan tawanbar bike

Rûniştina Doza Kobanê ya ku ji ber li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê piştgirî dan berxwedanê dewam dike.
Ji ber vê dozê jê 21 girtî bi giştî 108 siyasetmedar têne darizandin.
Parezerên dozê dibêjin di navbera îdiayan û delîlan de ti girêdanek tune ye.

Doza Kobanê ku ji ber prostetokirina êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê di nav de hevserok û rêveberên HDPê jî hene bi giştî 108 siyasetmedar têne darizandin.

5’emîn danişîna dozê îro bi rûniştina 3’emîn li Enqereyê carek din dest pê kir.

Parlamenterên HDP’ê, endamên Komiteya Navendî ya Rêvebir, rêveberên HDP’ê û gelek parêzer û şopîner tevlî rûniştinê bûn.

Siyasetmedarên girtî yên li Girtîgeha Sîncanê eywana danişînê amadebûn û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya sîstema deng û dîmen tevlî danişînê bûn.

Siyasetmedarên negirtî tên darizandin jî li bajarên lê bûn bi dîmen tevlî danişînê bûn.

Dadgeha Tirk kesên ku bi navê doza Kobanê têne darizandin ceza bikin, bi tiştên ku nebûne girtiyan tewanbar dikin.

Hin dosyayên ku hatine amadekirin ji ber delîlek nîne, axaftinên beriya şerê Kobanê yên çend salan û dervî eleqeya dozê kirine dosyayan.

Parêzerê endamên HDP’ê Mesut Beştaş: Di navbera delîlan û angaştan de ti girêdan tune ye

Di rûniştina ku bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir de Parêzerê Endamê HDP’ê Alî Urkut, Mesût Beştaş, mafê axaftinê girt.

Beştaş, diyar kir ku di dosyayê de bi awayekî hiqûqî ne pêkan e ku tu angaşt bên pêşkeşkirin û wiha got:

“Ji tunebûnê angaştname hatiye amadekirin. Ji bo ku ji tunebûnê tiştekî derbixin axaftina muwekîl a sala 2012’an de kirine dosyayê.

Çawa çêdibe ku ev ji bo bûyerên sala 2014’an weke delîl tê nîşandan? Ji bo ku ev delîl divê girêdaneke vê bi bûyerê re çêbibe. Di navbera delîlan û angaştan de girêdan tune ye.”

Piştî Beştaş Berdevkê berê yê HDP’ê Gunay Kubîlay xwest parastin bike. Lê serokê dadgehê bi hinceta ku axiviye got ku wê piştre mafê axaftinê bide Kubîlay.

Lê ser îtîraza parêzeran Kubîlay parastin kir.

Back to top button