Jimara kuştiyên teqîna li Kabulê derket 21’an

Li Efxanistanê careke din mizgeft bûn armanca êrişan. Li payext Kabulê, teqîneke mezin li nava mizgeftê bû sedema kuştin û birîndarbûna bi dehan kesî.

Li gorî daxuyaniya berdevê polîsên Kabulê, êriş dema nimêja êvar pêk hat.

Ji ber êrişê herî kêm 21 kes hatin kuştin, 33 jî birîndar bûn.

Di birîndaran de 5 zarok hene.

Berdevkê Tevgera Talîbanê Zebîhullah Mucahîd bêyî ku aliyên berpirsiyar nîşan bide, peya da ku ew hesab ku kujeran bipirsin.

Hefteya derbasbûyî dîsa li paytext Kabûlê, oldarek Talîbanê di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de hatibû kuştin.

Ji Tebaxa 2021’an dema kontrolkirina Efxanistan ji aliyê Talîbanê ve, êrişên xwekujî û bombeyî li welat ranwestiyan.

Tevî ku Talîban îdîa dike ku wan dawî li hebûna DAIŞ’ê aniye jî, lê ya dawî berpirsiyariya piraniyan êrişan girte ser xwe.

Back to top button