Li Ewropayê çalakiyên ‘Azadiyê’ berdewam dikin

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de li Basel, Fribourg û Kopenhagê çalakî hatin lidarxistin.

Endamên Rêxistinên Ciwanên Kurd TCŞ û TekoJIN’ê jî piştgirî dan çalakiya ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK-FR) li ber postexaneya bajêr hat lidarxistin.

Beriya şandina Kertên amadekirî Hevserokê CDK-FR Orhan Hazar axivî.

Hazar anî ziman ku di ser Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê re 25 sal derbas bûne û got:

“Em ê azadiya Rêber Apo û statuya Kurdistanê misoger bikin.

Bi vê boneyê wê bi sed hezaran li bajarê Kolnê dengê xwe bilind bikin.

Gelê Kurd wê careke din vîna xwe nîşan bide.”

Hazar diyar kir ku amadekariyên meşa mezin a Kolnê ya li Frîborgê bi dawî bûne û got:

“Em hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe vedixwînin Kolnê.”

Piştî axaftina Orhan Kurdistaniyan Kertên ku li ser wan nîşeyan nivîsandin ji Îmraliyê re şandin.

Meşa Azadiyê ya li Fransayê di roja 24’an de ye

Back to top button