ADGB’ê banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê kir

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) bi boneya meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Divê di 17’ê Sibatê de mil bi mil em bi herikîn Kolnê û bi hev re têbikoşin.

Daxuyaniya ADGB’ê wiha ye:

“Tecrîda li Îmraliyê û rewşa heyî, kevneşopiya dewleta faşîst derdixe holê.

Li dijî tecrîdê hem li hundir hem jî li derve berxwedaneke mezin didome.

Lê tecrîd ne tenê li Îmraliyê ye.

Ji vir dest pê dike, faşîzm dixwaze Tirkiyê veguherîne girtîgehek mezin a gelan.

Dewleta faşîst a Tirk ji destpêkê ve bi tecrîda Îmraliyê re hewl dide ku neteweya Kurd bê Rêber bihêle û teslîmî wî bibe û qutbûneke îdeolojîk çêbike.”

Di dawiyê de ADGB bang li her kesî kir ku tevlî mîtînga 17’ê Sibatê ya li Kolnê bê lidarxistin bibin û li dijî kesên ku dixwazin cîhanê tecrîd bikin, bi hev re têbikoşin.

Çalkvanên Cenevreyê: Hûn nikarin roja me tarî bin

Back to top button