MUSLIM: DIVÊ DEWLETÊN NAVDEWLETÎ LI DIJÎ ÊRÎŞAN XETÊN SOR AVA BIKIN

Endama Komîteya Têkîliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê Salih Muslîm têkildarî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmêm bakur Sûrî axivî.

Muslim diyar kir ku bi van êrîşan koalîsyona navnetewî jî tê tehditkirin û wiha got;

“Pêwîst e dewletên navnetewî li dijî wan êrîşan xetên sor ava bikin û bêdeng nemînin.”

Endamê Komîteya Têkîliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê Salih Muslîm têkildarî êrîşên dewleta Tirk û planên dagirkirina bakur û rojhilatê Sûrî ji Ajansa Hewarê re axivî.

Salih Muslim roja Kobanê ya cîhanê li tevahî cîhanê pîroz kir û got:

“Êrîşên dewleta Tirk di rojê 1’ê MIjdarê tê wateya êrîşa li dijî serkeftin û sembolbûna Kobanê ye.”

Muslîm diyar kir ku êrîş girêdayî civîna çaralî ya ku li Stenbolê hatî lidarxistin û wiha anî ziman:

“Bi armanca ferzkirina xwestekên xwe ya di civîna çaralî de êrîşî bakurê Sûriyê dikin.

Bi vê êrîşê koalîsyona navnetewî jî tê yrhdîdkirin.

MUSLIM: ARMANCA ÊRÎŞAN DIRÊJKIRINA TEMENÊ DAIŞ’Ê YE

Endama Komîteya Tekîliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê destnîşan kir ku bi vê êrîşî peyama piştgiriya DAIŞ’ê dan û wiha domand:

“Bi tinebûna DAIŞ’ê re çareseriya aloziya Sûriyê tê guftûgokirin.

Sedema êrîşan ew e ku temenê DAIŞ bê dirêjkirin.”

Salih Muslim di berdewamiya nirxandinên xwe de diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze mijara Îdlibê ji rojevê derxe.

Her wiha Muslim têkildarî sekinandina pêngava Bagera Cizîrê û bêdengiya hêzên navdewletî jî ev tişt got:

“Şervanên YPJ/YPG li Dêra zorê ji bo hemû mirovahiyê şer dikin.

Pêwîst e dewletên navnetewî li dijî wan êrîşan xetên sor ava bikin û bêdeng nemînin.”

Endama Komîteya Tekîliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê Salih Muslîm nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

Rejîma Sûriyê dikare ku li dijî van êrîşan gilî li Netewên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê bike.

Lê rejîma Sûriyê ji ber ku vîna xwe teslîmî Rûsya kiriye bêdeng dimîne.”

Leave a Reply

Back to top button