“Em ê dîwarên Îmraliyê bişkînin û Rêber Ocelan azad bikin”

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 22′yê Çileyê de pêngava komkirina îmzeyan dabû destpêkirin .
Pêngav dê heta dawiya Sibatê dewam bike.
Şêniyên Minbicê yên beşdarî hemleya komkirina îmzeyan bûne, diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bilind bikin .

Têkildarî mijarê, welatiyê bi navê Mihemed Şêxo dibêje :

“Em di pêngava komkirina îmzeyan de ya ji bo bidawîkirina tecrîdê dewam dikin.

Em ê di çalakî û hemleyên xwe de heta şikandina dîwarên Îmraliyê dewam bikin.”

Welatiya bi navê Şems Berkel jî got:

“Bi saya fikir û felsefeya Rêber Ocalan jin rizgar bûn..

Ji erka me ye têkoşîna xwe ya ji bo rizgariya rêberê xwe ku êdî sembola gelên bindest tevan e, dewam bikin.”

Li aliyekî din jî, Îbrahîm El Îsa jî da zanîn ku ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Ocalan ew ê di tevgerê de bin..

Back to top button