Erdheja 6′ê Sibatê û erdheja 20′ê Sibatê gelek zirar û windahî çêkirin.
Li Helebê jî gelek xisar çêbû, bi taybet taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.
Di vê rewşê de Komînên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê roleke mezin di sivikkirina bandorên erdhejê de dilîzin.
Komînan roleke mezin di sivikkirina bandorên erdheja li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de lîst.
Têkildarî mijarê, Hevserokê Meclisa Şehîd Rûbara Qamişlo ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê Bedran Hemo axivî.
Hemo li ser xebatên ji destpêka erdhejê ve axivî û got:
“Ji destpêka erdheja yekemîn heta niha, em li ser karê xwe ne.
Xebata me parastina jiyana şêniyên li avahiyên bilind û wan veguhêzin malên yekqatî ..”