Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan

Meclisa Ciwanan a HDP’a Stenbolê bi armanca şermezarkirina tecrîda giran a li dijî Rêber Ocalan meşek li dar xistin.

Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Stenbolê li dijî tecrîda li dijî Rêber Ocalan ku 22 meh in agahî jê nayê girtin, li semta Kûrtûlûş a navçeya Şîşliya Stenbolê meş li dar xistin.

Ciwanan di meşê de diyar kirin ku wê ramanên Abdullah Ocalan azadiyê bînin Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn û gotin: “Em wek ciwanan soz didin ku em ê tecrîdê rakin û Kurdistanê azad bikin.”

Back to top button