Heyva Sor a Kurd, 2 navendên gerok li Dirbêsiyê amade dike

Hevya Sor a Kurd li navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê amadekariya 2 navendên gerok dike, da rewşên vîrûsa Corona, taqî bike.

Heyva Sor da zanîn ku ew ê van herdu navendan di demeke nêz de amade bikin.

Li gorî Heyva Sor, heya niha ti rewşên bi vîrûsa Coronayê li herêmê nehatin tomarkirin.

Lê halê hazir, li pêşiya navenda Heyva Sor a li Dirbêsiyê, kon vegirtî ne.

Girêdayî mijarê, ji rêveberên Heyva Sor a Kurd a navçeya Dirbêsiyê Bêrîvan Xelê destîşan kir ku armanca wan ji avakirina van herdu navendên gerok, taqîkirina rewşên gumankirî ye.

Back to top button