QSD: Di çalakiyên me de 17 çete û 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku li nvaçeya Eyn Îsa, Girê Spî û Minbicê li dijî leşkerên dewleta Tirk û çeteyên wê çalakî hatine lidarxistin.
Hate ragihandin ku di encama van çalakiyan de 2 leşkerên Tirk û 17 çete hatin kuştin.

Hêzên QSD’ê di 15 û 17’ê çileya 2024’an li navçeya Eyîn Îsa, Girê Sipî û Minbicê di çarçoveya parastina mafê rewa de li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, çalakî li dar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê çalakiyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Di 15’ê Çileyê de, hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê çalakiyek li dijî nuqteyeke çeteyên dagirkeriya Tirk li gundê Siyade yê bakurê Minbicê dar xist.

Di encamê de 4 çete hatin kuştin.

Li navçeya Eyn Îsayê jî, hêzên me 17’ê Çileyê bi çekên giran benda kontrolê û baregeha dagirkeriya Tirk li gundê Şirkirak li dar xist.

“Di rojekê de hêzên QSD’ê 5 çalakî li dijî dagirkeriyê li dar xist”

QSD’ê di daxuyaniyê de da zanîn ku di heman rojê de hêzên wan bi çekên giran baregeha dagirkeriya Tirk li gundê Tîna û mezrayekê li gundê Meliq ê bajarê Girê Spî kir hedef.

QSD’ê daxuyand ku di heman rojê de hêzên wan çalakiyek li dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker a li gundê Selîbî yê rojavayê bajarê Girê Spî li dar xist.

Di encama her çar êrişan de 13 çete û 2 leşkerên dagirkeriyê hatin kuştin.

Back to top button